Mehabad; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa sê welatiyên Kurd
Hengaw; Înê 8ê Mijdara 2024an
Sê welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê yên bi navên Elî Me`irûfî, Hawrê Qûwe û Ebdulah Hûşmend, ji 11 roj berî niha ve hatine girtin û heya niha ti zanyariyek dereq çarenivîsa wan ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Elî Me`irûfî, Hawrê Qûwe û Ebdulah Hûşmend, sê welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê tevî derbasbûna 11 roj ji binçavkirinê, bi bê agahî û nexuyabûna qederên wan li girtîgehê ne.
Hawrê Qûwe û Ebdulah Hûşmend, roja 28ê Cotmehê li ser rêya Mehabad-Pîranşarê dema ku li nava trombêlê ya cura Piraydê de bûne, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibûne rawestandin û hatibûne girtin.
Herwiha li heman rojê Elî Me`irûfî, ji aliyê hejmarek ji hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li vî bajarî hatibû girtin.
Berê Spaha Pasdaran vîdyoyek ji operasyonekê li dijî hêzên Partiya Jiyana Azada a Kurdistanê (PJAK) û kuştina kesekî û girtina du endamên vê partiyê belav kiribû.
Elî Me`irûfî, Hawrê Qûwe û Ebdulah Hûşmend, di vê dawiyê de ji hemû mafên xwe yên sereke yên wekî pêwendiya telefonî û destpêregihîştin bi parêzer hatibûne bêparkirin.
Heta niha ji hûrgiliyên sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî van sê welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nîne.