Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Hêmin Mihemedî

10 November 2024 09:05

Hengaw; Yekşemî 10ê Mijdara 2024an

Hêmin Mihemedî, welatiyê Kurd ê çiyager û xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û bi derbasbûna 5 roj ji girtina wî ti zanyariyek dereq çarenivîsa navbirî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 4ê Mijdara 2024an, Hêmin Mihemedî yê temen 40 salî, çiyager û xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bi derbasbûna 5 roj ji girtina vî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hêmin Mihemedî, li ber deriyê mala xwe li şehreka Se`idî ya bajarê Sinê, bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin