Kêmbûna sizayê Azad Ebasî, Serokê Desteya Birêveberî ya Saziya "Nûjîn"ê bi salek girtîgehê

10 November 2024 09:23

Hengaw; Yekşemî 10ê Mijdara 2024an

Sizayê sê sal girtîgeha Azad Ebasî, mamosteyê zimanê Kurdî û Serokê Desteya Birêveberî ya Saziya Sivîl a "Nûjîn"ê û ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" ku sizayê xwe yê 3 sal girtîgehê li girtîgeha navendî ya Qurwê derbas dikir ji aliyê Dadgeha Pêdeçûnê ve bi giştî bi salek girtîgehê hate kêmkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de sizayê sê sal girtîgeha Azad Ebasî, çalakvanê medenî û Serokê Desteya Birêveberî ya Saziya Sivîl a Nûjînê, li Dadgeha Pêdeçûnê ji sê salan bo salek girtîgehê hate kêmkirin.

Ev welatiyê Kurd berê, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya 2 a Dêwulanê ve bi tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê Komara Îslamî ya Îranê” 2 sal girtîgeh û bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” salek girtîgeh û bi giştî sê sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran wate du sal girtîgeh ji bo navbirî diviya bi rê ve çûba. Niha ev sizaye li pey hev bi 8 meh û 4 meh girtîgehê û bi giştî bi salek girtîgehê hatiye kêmkirin.

Azad Ebasî roja Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an, piştî gazîkirin bo navenda Birêvebirina Sizayan a Qurwê ji bo derbaskirina heyama 2 sal girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin. 

Azad Ebasî di heyama salên borî de çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û cara dawî di 18ê Îlona 2023an de û hevdem digel salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Azad Ebasî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî digel birayê xwe yê bi navê Sîrûs Ebasî hatibûne binçavkirin û piştî 3 mehan bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibûne berdan. Navbirî di dawiyê de ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Keyferî ya Dêwulanê ve bi 6 sal û 4 meh girtîgehê  hatibû  sizadan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin