Bokan; Sizayê girtîgehê bi ser Sûsen Hesenzade ji mamosteyên zimanê Kurdî de hate sepandin

11 October 2024 13:37

Hengaw; Înê 11ê Cotmeha 2024an

Sûsen Hesenzade, çalakvana medenî û ji mamosteya xwebexş a zimanê Kurdî ku Bihara îsal bi heyama mehekê hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê sê meh girtîgeh bi ser de heta sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di van rojên borî de, Sûsen Hesenzade ji çalakvana medenî û mamosteya xwebexş a zimanê Kurdî li bajarê Bokanê, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” sê sal girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Sûsen Hesenzade, rêkefta 15ê Gulana 2024an, li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wê bi awayekî tundûtîjî û bi bê hebûna belgên yasayî hatibû girtin.

Navbirî di dawiyê de roja Çarşemî 12ê Hezîrana 2024an, bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî, bi awayekî demkî û heta dawîhatina qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.

Hengawê berê di raporekê de dabû zanîn ku, Sûsen Hesenzade di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hetibû bêparkirin û tenê pêwendiyek telefonî digel malbata xwe hebû.


Di vî warî de zêde bixwînin