Sine; Sizayê 2 sal girtîgeh bi ser Îdrîs Mînberî ji mamosteyê zimanê Kurdî de hate sepandin
Hengaw; Çarşemî 11ê Kanûna 2024an
Îdrîs Mînberî, çalakvanê medenî, mamosteyê zimanê Kurdî û ji endamê Birêveberiya Saziya Sivîl ya "Nûjîn"ê piştî hilweşîna sizayê deh sal girtîgeha navbirî ji aliyê Dadageha Pêdeçûnê ve û şandina dosyeya wî bo taya hevast, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgeha "sepiyayî" û salek girtîgeha "ragirtî" bo heyama sê salan, û bi giştî bi du sal girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Îdrîs Mînberî, çalakvanê medenî û ji endamê Birêveberiya Saziya Sivîl a “Nûjîn”ê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta "pêkanîna girûp û deste bi mebesta têkdana ewlehiya welat" bi salek girtîgeha teizîrî û salke girtîgeha ragirtî, ku bo heyama sê salan hatiye ragirtin hatiye sizadan. Sizayê hatî dayîn roja Duşemî 9ê Kanûna 2024an, jê vî welatiyê Kurd re hatiye ragihandin.
Ev çalakvanê medenî û mamosteyê zimanê Kurdî li meha Mijdara sala borî digel Sirwe Pûrmihemedî ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî her yek ji wan bi deh sal girtîgehê hatibûne sizadan ku ev sizaye ji aliyê Dadgeha Pêdeçûnê ve hatibû hilweşandin û dosyeya wî dubare bo Dadageha Şoreş a Sinê hatibû şandin.
Îdrîs Mînberî berî niha jî, ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Keyferî ya Du ya vî bajarî ve bi serokatiya "Behmen Umîdzade" bi tohmeta "têkdana asayişa giştî" bi salek girtîgeha teizîrî û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê û digel dûrxistin bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê û herwiha 40 derbên qamçiyan ên pileya 6 hatibû sizadan.
Navbirî roja Yekşemî 18ê Kanûna 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û roja Yekşemî 29ê Çileya 2023an, piştî 43 roj binçavkirinê, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev çalakvanê medenî berê jî li roja Pêncşemî 23ê Gulana 2019an, li êrîşa hêzên îdareya Îtilaata Sinê hevdem digel du endamên dinê yên Saziya Nûjînê hatibû girtin.