Dêwulan; Azad Ebasî ji mamosteyên zimanê Kurdî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin
Hengaw; Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an
Azad Ebasî ji çalakvanê medenî, mamosteyê xwebexş ê zimanê Kurdî û Serokê Desteya Birêveberî ya Saziya Sivîl a "Nûjîn"ê ji bo derbaskirina heyama 2 sal girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Qurwê hate veguhastin. Navbirî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin û 6 sal û 4 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an, Azad Ebasî yê çalakvanê sivîl û xelkê Dêwulanê, ji mamosteyên xwebexş ê zimanê Kurdî û Serokê Desteya Birêveberî ya Saziya Sivîl a Nûjînê piştî gazîkirin bo navenda Birêvebirina Sizayan a Qurwê hatibû girtin û ji bo derbaskirina heyama 2 sal girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Azad Ebasî di meha Şibata 2024an de, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya 2 a Dêwulanê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” salek girtîgeh û bi tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê Komara Îslamî ya Îranê” 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û sizayê herî giran ê navbirî dê were cîbicîkirin.
Azad Ebasî di heyama salên borî de çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û cara dawî di 18ê Îlona 2023an de û hevdem digel salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî hatibû girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Azad Ebasî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî digel birayê xwe yê bi navê Sîrûs Ebasî hatibûne binçavkirin û piştî 3 mehan bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibûne berdan. Navbirî di dawiyê de ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Keyferî ya Dêwulanê ve bi 6 sal û 4 meh girtîgehê hatibû sizadan.