Pîranşar; Hacî Berze ji mamosteyê zimanê Kurdî bi girtîgehê hate sizadan

06 December 2024 17:02

Hengaw; Înê 6ê Kanûna 2024an

Hacî Berze, çalakvanê medenî yê Kurd û ji mamosteyê zimanê Kurdî li damezraweya hînkarî ya Zimanê Kurdî ya “Beyan”, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve pênc sal sizayê girtîgeh û dana perê nexdî bi ser de hate sepandin. Navbirî ji ber beşdarîkirin li rêûresma Newrozê hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Hacî Berze, ji mamosteyê zimanê Kurdî ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer “Emîr Mihemedî”, bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” 5 meh girtîgeh û bi tohmeta “belavkirina nerastiyan” dana 15 milyon Tumen bi ser de hate sepandin.

Hacî Berze yê çalakvanê medenî û ji çalakvanê Jîngehparêzî yê xelkê gundê “Çiyane” yê girêdayî Pîranşarê, roja Çarşemî 8ê Gulana 2024an, bi êrîşa hêzên Îtilaatê bo ser cihê karê wî bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatibû girtin û ji bo girtîgeha vê saziyê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî di dawiyê de piştî sê hefteyan binçavkirin li rêkefta 27ê Gulana 2024an, bi danîna barimteya 2 milyard û 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Hacî Berze birayê Bapîr Berze yê girtiyê siyasî yê Kurd e ku niha heyama sizayê 4 sal û 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin li girtîgeha navendî ya Nexedê derbas dike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin