4 çalakvanên Sendîkayî ya Mamostayên Merîwanê bi girtîgehê hatine sizadan

10 July 2024 20:40

Hengaw; Çarşemî 10ê Tîrmeha 2024an

Tehsîn Mistefa, Seywan Silêmanî, Aram Qadirî  û Aram Mihemedî 4 çalakvanên Sendîkayî ya Mamostayên Merîwanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 16 meh girtîgehê hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Tehsîn Mistefa, Seywan Silêmanî, Aram Qadirî û Aram Mihemedî, 4 çalakvanên Sendîkayî ya Mamostayên Merîwanê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Îhsan Rohî Çiyane bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê bi giştî bi 16 meh girtîgehê hatine sizadan.

Ev mamostayên Kurd bi piştevanîkirin ji tevgera Jin Jiyan Azadî û daxwaza cîbicîkirina madeya 30 û 15 a yasaya bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê ji bo “xwendina bi bê beranber û xwendin bi zimanê dayîkî” û “beşdarîkirin li kombûna nerazîbûnê ya mamostayan" hatine tohmetbarkirin.

Hengaw agehdar bûye ku, sizayê girtîgeha her yek ji Tehsîn Mistefa, Seywan Silêmanî, Aram Qadirî û Aram Mihemedî ji bo heyama du salan hatiye ragirtin.


Di vî warî de zêde bixwînin