Şino; Cewher Herkî, çiyager û çalakvanê jîngehparêzî bi girtîgehê hate sizadan

Hengaw; Sêşemî 8ê Tîrmeha 2025an
Cewher Herkî, çiyager û çalakvanê jîngehparêz û çalakvanê çandî yê di warê zimanê Kurdî de û xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve deh meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Cewher Herkî , roja Duşemî 7ê Tîrmeha 2025, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi serokatiya dadwer Elî Ensarî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê li berjewendiya girûpên dijberê Komara Îslamî" deh meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd berî niha herî kêm du caran ji aliyê îdareya Îtilaata Şinoyê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatibû gazîkirin û bo çend demjimêran hatibû lêpirsînkirin. Herwiha di heyama van gazîkirinan de, hêzên ewlehî dest danîbûne ser telefona wî.