Dadgeha Pêdaçûnê; Sirwe Pûrmihemedî ya endama Encûmena Nûjîn bi 5 sal girtîgehê hate sizadan

26 November 2024 23:02

Hengaw; Sêşemî 26ê Mijdara 2024an

Sirwe Pûrmihemedî ji endama çalak a Saziya Çandî-Civakî (Sivîl) ya Nûjînê û mamosteya Zimanê Kurdî ku berê 10 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, li Dadgeha Pêdaçûnê sizayê wê bi 5 sal girtîgehê hate kêmkirin û dê li rojên bê ev sizaye were cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Sirwe Pûrmihemedî, mamosteya Zimanê Kurdî û ji endamê Saziya “Nûjîn”ê ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ya Sinê ve 5 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin. Ev sizaye roja Duşemî 25ê Mijdarê ji parêzerê navbirî re bi awayekî fermî hatibû ragihandin û dê li rojên bê were cîbicîkirin.                             

Hêjayî gotinê ye ku, Sirwe Pûrmihemedî sala borî ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta “pêkanîna girûp û deste bi mebesta têkdana ewlehiya welat” 10 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Roja Yekşemî 29ê Çileya 2023an, Sirwe Pûrmihemedî, piştî serdankirina dadgeha Sinê bo şopandina dosyeya endamên hatinî girin ên vê encumenê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû girtin.

Navbirî di dawiyê de piştî du hefte binçavkirinê û li rêkefta 13ê Şibata 2023an, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Sinê ku medyayên hikûmetî wê girtîgehê wek “Navenda Çaksazî û Perwerdê” bi nav dikin hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin