Girtîgeha Qizilhesarê; Sizayê girtîgeha Ehmedriza Haîrî di bin zextên Îtilaata Spaha Pasdaran de hate zêdekirin

10 November 2024 09:45

Hengaw; Yekşemî 10ê Mijdara 2024an

Sizayê girtîgeha Ehmedriza Haîrî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Îlamê ku heyama sê sal û heşt meh ji sizayê bi ser de hatî sepandin derbas dike; di bin zextên rasterast ên Îtilaata Spaha Pasdaran de, bi 6 sal û sê meh girtîgehê hate zêdekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi biryara Taya 36 a Dadgeha Pêdeçûna Tehranê, heyama sizayê girtîgeha Ehmedriza Haîrî, girtiyê siyasî yê girtî li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê bo heyama 2 sal û heft mehan hate zêdekirin. Hengawê zaniye ku sizayê herî giran ê Ehmedriza Haîrî ku 4 sal girtîgeh e dê were cîbicîkirin.

Rûpela Instagrama Ehmedriza Haîrî, dayîna vê sizayê û ranigehandin û veşartina vê ji bo salekê, hewleke ji bo çêkirina astengiyan li proseya pêdeçûnê bo sizayê navbirî û rêgirîkirin ji egera azadiya vî girtiyê siyasî bi nav kiriye.

Di berdewamiya vê nivîsê de hatiye ku di nameya Îtilaata Spaha Pasdaran a ji bo Dezgeha Dadwerî ku bi dosyeya Ehmedriza Haîrî hatiye girêdan, daxuyaniyên wê derbarê “îşkence, îdamkirina nimayişî û binpêkirina mafên mirovî yên girtiyên îdamkirî” li ser tehrîmên mafên mirovî yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê, bi bandor hatiye diyarkirin.

Ehmedriza Haîrî, ji roja Yekşemî 19ê Gulana 2024an ve, ji bo heyamekê ji beşa giştî ya girtîgeha Qizilhesara Kerecê bo odeya takekesî ya vê girtîgehê hatibû veguhastin.

Navbirî li Îlona 2022an, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi tohmeta "kombûn û lihevkirin li dijî asayişa netewî" bi 3 sal û 8 meh gitîgeh û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi 8 meh girtîgehê hatibû sizadan ku li gorî yasaya sizayan a şerî`etên Îslamê, sizayê herî giran 3 sal û 8 meh girtîgeh ji bo navbirî dê were cîbicîkirin.

Ehmedriza Haîrî di 10ê Gulana 2023an de, ji bo derbaskirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin û li meha Îlona heman salê digel 12 kesên din ji girtiyên siyasî bo girtîgeha Qizilhesarê hatibû veguhastin û li beşa tawanên metirsîdar dihatin ragirtin.

Ev girtiyê siyasî li Tîrmeha 2023an, ji ber dosyeya ku di heyama girtina xwe de bi sikaleya saziyên girtîgehên Tehranê li dijî navbirî hatibû vekirin, ji aliyê Dadgeha Keyferî ya 2 a Tehranê ve bi tohmeta "kombûn û lihevkirin li dijî asayişa netewî" bi sê sal û rojek girtîgehê hatibû sizadan.

Navbirî herwiha berê li Tîrmeha 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û di Tebaxa heman salê de bi danîna barimteya yek milyard Tumenî ji girtîgeha Êvînê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin