Girtîgeha navendî ya Nexede; Ramîn Zile, girtiyê siyasî yê Kurd bi darvekirinê hate sizadan
Hengaw; Înê 12ê Kanûna 2025an
Ramîn Zile, girtiyekî siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Nexede, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hate sizadan. Navbirî 507 rojên borî di girtîgehê de derbas kiriye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ramîn Zile yê xelkê bajarê Nexede, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve, bi serokatiya dadwer Siyamî, bi tohmetê "bexî" (serhildêrî) ji rêya endamtî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de bi darvekirinê hate sizadan.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev sizaye bi awayekî fermî di 6ê Kanûna îsal de li girtîgeha navendî ya Nexedê ji Ramîn Zile re hatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, dadgeha Ramîn Zile, piştî salek û 4 meh û 19 roj binçavkirinê, tenê çend xulekan, bi awayekî nezelal û bêyî destpêregihîştina vî girtiyê siyasî bi parêzerê hilbijartî yê xwe, hatiye birêvebirin.
Ramîn Zile roja Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Nexedê hatibû girtin û piştî heyamekê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.