Merîwan; Girtina Mihemed Nîkpey û Mihemed Eştek, bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê
Hengaw; Şemî 27ê Kanûna 2025an
Mihemed Nîkpey û Mihemed Eştek, du welatiyên Kurd ên xelkê Merîwanê, bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhastin. Ev du welatî berê ji ber beşdarîkirin di rêûresmên taybet ên Newroza Kurdistanê de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi şeş meh girtîgehê hatibûne sidadan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 27ê Kanûna 2025an, Mihemed Nîkpey ê 28 salî û Mihemed Eştek ê 23 salî û her du xelkê gundê "Nê" yê ser bi Merîwanê, bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhastin.
Ev du welatî di heyamên borî de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi tohmeta "piropagende li dijî hikûmetê" her yek bi sê meh girtîgeha sepiyayî hatibûne sizadan. Ev sizaye tenê ji ber beşdarîkirin li rêûresma Newroza gundê "Serdoş" ê ser bi Merîwanê bi ser van du kesan de hatiye sepandin.
Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye ku, pêvajoya dadgehîkirina van du welatiyane bi şêweyekî neyasayî û heta bêyî amadebûna wan pêk hatiye.
Vê çavkaniyê herwiha zêde kiriye ku, ev du welatî di dema binçavkirinê de rûbirûyê îşkence û lêdanê bûne û heta perasûyên wan şikestine.
Mihemed Nîkpey û Mihemed Eştek roja Înê 21ê Adara 2025an, li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin.