Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd bi darvekirinê hate sizadan
Hengaw; Yekşemî 10ê Mijdara 2024an
Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hate sizadan. Ew berê bi nîşandana nerazîbûnê derheq derçûna sizayê darvekirinê bo çalakvanan bo heyama 20 rojan dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd û xelka bajarê Sinê ku niha di girtîgeha Êvînê de ye, ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Ebulqasim Selewatî” bi tohmeta “bexî” bi rêya endametî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de bi darvekirinê hatibû sizadan û ev sizaye roja Yekşemî 10 Mijdara 2024an bi awayekî fermî bi parêzerê wê re hate ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, dawî kombûna pêregihîştin bi tohmetên Wirîşe Muradî li rêkefta 5ê Cotmeha 2024an bi rê ve çûbû û parêzerên wê di yekemîn kombûna dadgehê (16ê Hezîran) de û kombûna duyem jî mafê lêkolînkirin li ser dosyeya wê tine bûne û heta Wirîşe Muradî jî, ji mafê berevanîkirin ji xwe di dema dadgehê de hatibû bêparkirin.
Wirîşe Muradî roja Pêncşemî 10ê Cotmehê û hevdem digel roja cîhanî ya “Roja Cîhanî ya Hemberderketin Li Dijî Sizayê Darvekirinan” bi nîşaneya nerazîbûnê derheq dana sizayê darvekirinê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bo heyama 20 rojan dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.
Wirîşe Muradî berê jî, di dosyeyeke hevpar de digel çar girtiyên siyasî yên binçavkirî li girtîgeha Êvînê ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Du ya Civata Dadwerî ya Qudsa Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Ebulfezl Amirî Şehrabî” bi 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.
Wirîşe Muradî roja Sêşemî 26ê Kanûna 2023an, piştî 5 meh binçavkirinê di odeya takekesî de ji girtîgeha Wezareta Îtilaatê naskirî bi benda 209 a girtîgeha Êvînê bo benda jinan hatibû veguhestin.
Wirîşe Muradî roja Sêşemî 1ê Tebaxa 2023an, li ser rêya Merîwan bo Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Wezareta Îtilaatê ve hate revandin û navbirî di dema revandinê de bi tundî rastî lêdanê hatibû û bi bê wê ku bê dermankirin bo girtîgehê hatibû veguhestin.
Berê Hengawê di raporekê de derbarê rewşa wê nivîsîbû ku, îşkenceyên li ser Wirîşe Muradî li girtîgeha Îtilaatê li Sinê ewqas giran bûne ku wê carekê xwîn vereşandibû û bi tevahî ji hişê xwe çûbû.