Canê Pexşan Ezîzî di metirsiyê de ye; Redkirina duyemîn daxwaza dadgehîkirinê

Hengaw; Yekşemî 6ê Nîsana 2025an
Bi redkirina duyemîn daxwaza dubare ya dadgehîkirina Pexşan Ezîzî ya girtiya siyasî ya Kurd, ji aliyê Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve, canê vê girtiya siyasî bi micidî di bin metirsiya darvekirinê de ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Maziyar Tatayî, parêzerê Pexşan Ezîzî ji redkirina duyemîn daxwaza dubare ya dadgehîkirina vê rojnamevan û girtiya siyasî ya Kurd li girtîgeha Êvînê derheq sizayê darvekirinê, ragihand.
Vî parêzerî li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye: Taya Pêregihîştin a Dîwana Bilind, daxwaza duyemîn dadgehîkirina dubare ya parêzerên Pexşan Ezîzî, bi bê daxwaziya dosyaya dadgehîkirinê red kiriye û dakokiyên parêzerên Pexşanê bê sûd daye zanîn. Argumêntek bi vî rengî ji aliyê Taya Pêregihîştinê ve pêwîstî bi daxwazkariya dosyeya dadgehîkirinê heye ku mixabin nehate bicîhanîn.
Berê li 6ê Şibata 2025an, yekemîn daxwazkariya dadgehîkirina dubare ya Pexşan Ezîzî, ji aliyê Taya 9 a Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû redkirin.
Pexşan Ezîzî roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatibû sizadan. Ew piştre bi vebûna dosyeyek dinê di Taya Sêyem a Lêpirsîna Dozgeriyê de li girtîgeha Êvînê di bin navê “Çêkirina Alozî li Girtgehê” rû bi rû bû û sizayê 6 meh girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Ev sizaye li destpêka meha Çileya 2025an ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind ve hate pejirandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 4ê Tebaxa 2023an, li şehreka Xerazî ya Tehranê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin. Ev rojnamevana Kurd roja 11 Kanûna 2023an ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya naskirî bi bendîxaneya îdareya Îtilaatê bo benda jinan a Êvînê hatibû veguhastin.
Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 meh ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.
Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dabûn.