Sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî ya girtiya siyasî ya Kurd ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin

08 January 2025 18:51

Hengaw; Çarşemî 8ê Çileya 2025an

 

Sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd ji aliyê Dîwana Bilind a Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate piştrastkirin. Berê parêzerên wê li ser destêwerdana saziyên ewlehî li derheq bêparkirina tohmeta “bexî” piştî daxwaza pêdaçûnê nîgeraniya xwe nîşan dabûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd û xelka bajarê Mehabadê, ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a welat ve hate piştrastkirin.

Emîr Reîsiyan, parêzerê Pexşan Ezîzî tevî piştrastkirina vê nûçeyê, daye zanîn ku, Taya Dîwana Bilind, “bi bê ti guhdanekê bi pirsgirêkên cur bi cur ên dosyeyê”, sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî piştrast kiriye û tekezî kiriye ku: “Ev şêwe sizayane di bingehê de nakok in digel pêvajoya dadweriya Îranê, sizayên wiha berê tenê ji aliyê heman Taya Dîwana Bilind a welat ve hatine danê û siyasetên dadweriya Îranê derheq sizayên standina jiyanê ye.

Navbirî nivîsiye: “Dîwana Bilind a welat, bersiva ti yek ji nerazîbûnan nedaye ku li derheq dosyeya Pexşan Ezîzî hatibûn holê, û ti girîngiyek bi pirsgirêkên vê dosyeyê wekî pirsgirêkên bingehîn nedaye”.

Navbirî di berdewamiyê de dibêje: “Di lêkolînan de girîngî bi rexne û kêmasiyan nehatiye danê û ev belgane diselmînin ku dosyeya Pexşan Ezîzî bo sizayê darvekirinê nedibû, û çalakiyên wê li Rojava li kempa avareyên Şengal û kempên din ên avaryên şerê DAÎŞê çalakiyên aştîxwazane bûne ku di bingehê de sedemeke siyasî nebûye û bi mebesta alîkarî û hevkarîkirin bi avareyên êrîşên DAÎŞê bûye û heta niha ti girîngiyek pê re nehatiye danê.”

Pexşan Ezîzî roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatibû sizadan. Ew piştre bi vebûna dosyeyek dinê di Taya Sêyem a Lêpirsîna Dozgeriyê de li girtîgeha Êvînê di bin navê “Çêkirina Alozî li Girtgehê” rû bi rû bû û sizayê 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 4ê Tebaxa 2023an, li şehreka Xerazî ya Tehranê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin. Ev rojnamevana Kurd roja 11 Kanûna 2023an ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya naskirî bi bendîxaneya îdareya Îtilaatê bo benda jinan a Êvînê hatibû veguhastin.

Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 meh ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî  de  encam  dabûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin