Dêwulan; Soheyla Mutayî ya çalakvana medenî bi girtîgehê hate sizadan

Hengaw; Çarşemî 18ê Hezîrana 2025an
Soheyla Mutayî, çalakvana warê mafê jinan û ji girtiya roja Cîhanî ya Jinan a îsal û herwiha ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Dêwulanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sê meh sizayê girtîgeha sepiyayî û sê sal sizayê girtîgeha ragirtî bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 15ê Hezîrana 2025an, Soheyla Mutayî, ji girtiya tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Dêwulanê ku di çend salên derbasbûyî de çendîn caran hatiye girtin, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a Duya bajarê Dêwulanê ve, bi tohmeta "propagendekirin di berjewendiya girûp an rêkxistinên dijebrê Komara Îslamî de" sê meh sizayê girtîgeha sepiyayî û sê sal sizayê girtîgeha ragirtî bi ser de hate sepandin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, pêka daxuyaniya fermî, navbirî diviya roja Yekşemî 15ê Hezîrana 2025an li dadgehê amade biba. Piştî neçûna navbirî di dema diyarkirî de, dadgehê bi rêya pêwendiyeke telefonî ve sizayê hatî danê jê re ragihandiye. Ev welatiya Kurd 20 roj dem heye ku li dijî sizayê hatî danê nerazîbûna xwe nîşand bide; Ji egera nîşannedana nerazîbûna yasayî ji aliyê navbirî ve, dadgeh dikare pêka yasayê dawî biryarê bi bê amadebûna navbirî bibe.
Soheyla Mutayî êvaroya roja Duşemî 10ê Adara 2025an, ji ber çalakî û amadebûna wê di rêûresma vê dawiyê ya taybet bi roja Cîhanî ya Jinan li Sine, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Dêwulanê hatibû binçavkirin û piştî hefteyekê bi danîna barimteyê hatibû berdan.
Soheyla Mutayî roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, li meydana Saet a Dêwulanê bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin û piştî çend demjimêr lêpirsînê bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Ev çalakvana warê mafê jinan di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de du caran hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Dêwulanê ve bi giştî 60 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin. Navbirî piştî derbaskirina çend meh sizayê girtîgehê hatibû efûkirin û ji girtîgehê hatibû berdan.