Bokan; Raporek derbarê sepandina siza û cîbicîkirina vî sizayê li dijî Befrîn Meirûfî

Hengaw; Yekşemî 25ê Gulana 2025an
Befrîn Meirûfî, welatiya Kurd a xelka bajarê Bokanê piştî sepandina sizayê girtîgehê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi mebesta birêvebirina vî sizayê hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 25ê Gulana 2025an, Befrîn Meirûfî, welatiya temen 44 salî û xelka Bokanê bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo beşa jinan li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Meirûfî, Befrîn Meirûfî di vê dawiyê de ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan ve li bajarê Bokanê bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” bi 4 sal û 7 roj girtîgehê hatibû sizadan.
Ev welatiya Kurd roja Şemî 15ê Şibata 2025an, piştî 16 roj binçavkirinê di dawiyê de bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.
Befrîn Meirûfî, roja Pêncşemî 30ê Çileya 2025an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wê û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatibû girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.