Bokan; Mîna Sultanî, dayîka dadxwz a Şehriyar Mihemedî bi girtîehê hate sizadan

Hengaw; Înê 28ê Şibata 2025an
Mîna Sultanî Zar`i, ji endama malbatên dadxwaz ên Kurdistanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi 8 meh sizayê girtîgehê û valakirina perê nexdî hate sizadan. Navbirî dayîka Şehriyar Mihemedî, ji canjidestdayiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî” ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Mîna Sultanî Zar`i ya dayîka dadxwaz ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a 2 a bajarê Bokanê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û amadebûna wê di şûnên giştî de bi bê hîcab" 8 meh sizayê girtîgehê û valakirina yek milyon Tumen perê nexdî bi ser de hate sepandin. Sizayê hatî sepandin bi parêzerê vê dayîka dadxwaz re hatiye ragihandin.
Êvareya roja Çarşemî 11ê Îlona 2024an, Mîna Sultanî Zar`i di encama êrîşa hêzên hikûmetê de bo ser mala wê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû girtin.
Ev dayîka dadxwaz di dawiyê de li rêkefta 1ê Mijdara 2024an, piştî 21 roj binçavkirin bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgeha Urmiyê hatibû berdan.
Şehriyar Mihemedî yê 29 salî û xelkê bajarê Bokanê, êvareya roja Înê 18ê Mijdara 2022an bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî li Bokanê canê xwe ji dest dabû.