Endamekî PJAKê li pevçûneke çekdarî digel hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin

03 November 2024 14:16

Hengaw; Yekşemî 3ê Mijdara 2024an

Tevî derbasbûna 6 roj ji pevçûneke çekdarî li ser rêya Pîranşar-Mehabadê û kuştina kesekî, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) kuştina endamekê xwe di vê pevçûna çekdarî de ragihand. Di derbarê çarenivîsa du kesên hatine binçavkirin de jî ti zanyariyek li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 28ê Cotmeha 2024an, Mewlan Rostemî, endamê PJAKê li pevçûneke çekdarî digel hêzên Spaha Pasdaran li ser rêya Pîranşar-Mehabadê hate kuştin.

Li gorî rapora ku medyayên nêzî PJAKê ragihandine, Mewlan Rostemî yê naskirî bi "Şoreş Qelat", temen 45 salî û xelkê gundê "Sîsêr" ê girêdayî bajarê Serdeştê bûye.

Di vê pevçûnê de ku Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran berpirsayetiya vê kêşaye sitûyê xwe, medyayên hikûmetî îdia kirine ku hêzên dijber ji sînorê Herêma Kurdistanê hatine, lê aliyê dinê jî ev îdiaye red kiriye.

Li vîdyoya ku Spaha Pasdaran belav kiribû, girtina du kesên dinê jî ragihandibû, lê ti îşareyek bi nasnameya wan nehatibû kirin. Li medyayên nêzî PJAKê jî ti îşareyek bi van du kesên hatinî girtin  nehatiye  kirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin