Di encama şer û pevçûna li ser sînorê Hengejale yê ser bi Banê sê hêzên sînorî hatine kuştin û birîndarkirin

03 May 2024 10:56


Hengaw; Inê 3ê Gulana 2024an

Şer û pevçûneke çekdarî di navbera Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorê Hengejaleya Banê û girûpeke nenaskirî qewimî û di encama vê pevçûnê de herî kêm yek ji hêzên sînorî hate kuştin û 2 hêzên dinê jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr yekê sibêdeha roja Pêncşemî 2ê Gulana 2024an, li ser sînorê Hengejale yê ser bi bajarê Banê, şer û pevçûneke çekdarî di navbera hêzên sînorî û girûpeke nenaskirî de qewimî û di encama vê şer û pevçûnê de yek ji hêzên sînorî yê bi navê Ferzîn Deliyan ê xelkê Kirmaşanê hate kuştin û 2 kes jî hatine birîndarkirin.

Çavkaniyên Hengawê ragihandine, ku piştî vê pevçûnê gelek ambulans bo cihê bûyerê hatine şandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti part û girûpekê berpirsiyariya vê pevçûnê nekişandiye stûyê xwe.

Hêjayî baskirinê ye ku di salên derbasbûyî de hêzên sînorî yên cihgir li ser sînorê Hengejalê bi dehan kolber bi gulleyên rasterast û ji mewdaya nêzîk ve kuştine.


Di vî warî de zêde bixwînin