Serdeşt; Di encama pevçûnên çekdarî de yek ji hêzên Îranê hate kuştin

26 July 2025 21:39

Hengaw; Şemî 26ê Tîrmeha 2025an

Di encama pevçûneke çekdarî de li bajarê Serdeştê, piledarekî ser bi Komara Îslamî ya Îranê yê bi navê Mêysem Kebîrî hate kuştin û du kesên din jî hatine birîndarkirin. Hejmara hêzên hikûmetî yên ku di van pêvçûnên nû de hatine kuştin giha bi çar kesan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 25ê Tîrmeha 2025, li encama pevçûneke çekdarî di navbera yek ji partiyên Kurdistanî digel hêzên Spaha Pasdaran ên cihgir li bingeha "Axlan" a Serdeştê, Mêysem Kebîrî yê xelkê Miyanduavê û ji kadroyê Spahê hate kuştin û du kesên dinê jî hatine birîndarkirin.

Tê gotin ku ev şere di navbera partiya "PJAK" û Spaha Pasdaran yên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye qewimîn.

Di du pevçûnên berê yên hefteya borî de jî, ku roja Duşem û Sêşemî li ser sînorê Bane hatibû qewimîn, sê hêzên Întizamî yên bi navên Secad Edîb, Elî Budaq û Sîna Sitarwend ê 22 salî yê xelkê Dereşarê hatibûne kuştin û du kesên dinê jî hatibûne birîndarkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin