Berdewamiya pevçûnên çekdarî li ser sînorê Bane; Du hêzên hikûmetî hatine kuştin

23 July 2025 11:38

Hengaw; Çarşemî 23ê Tîrmeha 2025an

Di meşa duyemîn pevçûnên çekdarî de li 48 demjimêrên derbasbûyî, du kadroyên hêzên Întizamî yên bi navên “Secad Edîb û Elî Budaq” hatine kuştin ku bi giştî hejmara kuştiyên hêzên ser sînor (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê di van peçûnan de giha bi 3 kesan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an, Secad Edîb û Elî Budaq, du kes ji hêzên ser sînor (Hengê Merzî) li Bane hatine kuştin. Herwisa pêka gotina çavkaniyên Hengawê, di vê pevçûnê de herî kêm du kes ji hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Êvareya Duşemî 21ê Tîrmeha 2025an jî, Sîna Sitarwend ê temen 22 salî û xelkê Dereşara Îlamê û endamê Hengê Sînorî li Bane di şerekî çekdarî de hate kuştin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti yek ji partiyên Kurdistanî berpirsayetiya vê pevçûnê nekêşane stûyê xwe. Lê medyayên hikûmetî bi bê îşarekirin bi aliyên pevçûnê nasnameya du kes ji kadroyên leşkerî yên hatinî kuştin yên hêzên ser sînor weşandine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin