Sê endamên Spaha Pasdaran li bajarê Sewlavayê hatine kuştin û birîndarkirin

24 October 2024 10:58

Hengaw; Pêncşemî 24ê Cotmeha 2024an

Li pevçûneke çekdarî di navera Spaha Pasdaran û hêzên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de aliyê kêm endamekî Spaha Pasdaran hate kuştin û du kesên dinê jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 21ê Cotmeha 2024an, li bilindahiya çiyayê Şaho û li nêzî gundê "Dîweznav" ê ser bi bajarê Sewlavayê pevçûneke çekdarî di navbera gerîlayên PJAK û hêzên Spaha Pasdaran de hate qewimîn.

Li gorî çavakaniyeke agehdar, di vê pevçûnê de endamekî Spaha Pasdaran ê bi navê Mihemed Ehmedpûr hatiye kuştin. Herwiha du endamên dinê jî hatine birîndarkirin.

Nûçegihaniya "Tesnîm"ê jî bi bê îşarekirin bi dem û cihê pevçûnê, hatina kuşin a vî endamê Spaha Pasdaran piştrast kiriye.


Di vî warî de zêde bixwînin