Bokan; Di pevçûnekê de 7 endamên Spaha Pasdaran hatine kuştin û birîndarkirin
Hengaw; Duşemî 7ê Cotmeha 2024an
Li pevçûneke çekdarî di navbera hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê û girûpeke çekdar a nenaskirî de li nêzî bajarê Bokanê, aliyê kêm 4 endamên Spaha Padaran hatine kuştin û sê kesên dinê jî bi tundî hatine birîndarkirin ku yek ji wan ji ber giraniya birînan bi helîkopterê bo Urmiyê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Duşemî 7ê Cotmeha 2024an, li xala lêkolîna ser rêya bendava Bokanê pevçûneke çekdarî di navbera hêzên Spaha Pasdaran û girûpeke çekdarî ya nenaskirî de hate qewimîn.
Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye: “Di vê pevçûnê de aliyê kêm 4 endamên Spaha Pasdaran hatine kuştin û 3 kes jî bi tundî hatine birîndarkirin û bo nexweşxaneya Qulîpûr a Bokanê hatine veguhastin”.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, yek ji birîndaran ku ji kadroyê Spaha Pasdaran bûye ji ber kûrahiya birînên xwe bi helîkopterê bo navendên dermanî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Ji aliyek dinê ve, hêzên ewlehî hişdarî dane persenolên nexweşxaneya Qulîpûr a Bokanê ku xwe ji medyayîkirina her cure nûçeyekê di vê derbarê de dûr bigirin û herwisa dest danîne ser telefonên hin ji persenolên vê nexweşxaneyê.
Hêjayî gotinê ye ku, ew navçeya ku pevçûn tê de hatiye kirin bi tundî hatiye milîtarîzekirin û her cure çûn û hatinek li rêya bendava Bokanê hatiye qedexekirin û kesên ku bo karûbarên werzêriyê bo wê navçeyê çûne, îzna hatinûçûnê bi wan re nehatiye danê.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, medyayên fermî yên ser bi Spaha Pasdaran ti daxuyaniyeke medyayî di vê derbarê de belav nekirine û ti partiyek yan hereketeke Kurdî jî berpirsiyariya vê pevçûnê nekêşaye stûyê xwe.