Kuştina hêzeke leşkerî yê hikûmetê li encama pevçûnên çekdarî li Bane

22 July 2025 17:13

Hengaw; Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an

Sîna Sitarwend, yek ji hêzên çekdar ê “Hengê Sînorî” ya Komara Îslamî ya Îranê li Bane, di şerekî çekdarî de li deverên sînorî yên vî bajarî hate kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Duşemî 21ê Tîrmeha 2025an, Sîna Sitarwend ê temen 22 salî û xelkê Dereşara Îlamê û endamê Hengê Sînorî li Bane di şerekî çekdarî de hate kuştin.

Ev pevçûna çekdarî li nêzî burceka leşkerî ya binkeya Nenor a bajarê Bane hatiye qewimîn û heta demjimêrekê berdewam bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti yek ji partiyên Kurdistanî berpirsayetiya vê pevçûnê nekêşane stûyê xwe. Lê çavkaniyên Hengawê gotine ku ev pevçûne ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve bûye.

Ev pevçûne di demekê de hatiye rûdan ku, roja Şemî 19ê Tîrmeha 2025an, endamekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Simko Kobanî yê xelkê Kamêranê li sînorê Pêncuwêna Herêma Kurdistanê li encama li êrîşa dronî ya Spaha Pasdaran canê xwe ji dest dabû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin