Du welatiyên Kurd di encama bomberana ertêşa Tirkiyê de hatine kuştin

02 May 2024 18:56

Hengaw; Pêncşemî 2ê Gulana 2024an

Di encama bombebarankirina bilindahiyên çiyayî yên bajarê Sîdekan ê ser bi sînorê Şinoyê, herî kêm 2 welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê ku ji bo komkirina giyayên xwarin û dermanî çûbûn van bilindahiyan hatine kuştin û welatiyek jî wunda bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 28ê Nîsana 2024an, ertêşa Tirkiyê bilindahiyên çiyayê Xinêre yê ser bi devera Sîdekan ê girêdayî bajarê Soranê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kir û di encama vê bombebaranê de 2 welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê yên bi navên Resûl Yûnsî û Ehmed Heyderî canê xwe ji dest dan û welatiyek din jî ku nasnameya wî di halê lêkolînê de ye wunda bûye. 

Li gorî zanyariyên Hengawê, ev her sê welatiyên hanê ji bo komkirina giyayên xwarin û dermanî çûne van bilindahiyan û termê 2 welatiyên ku canê xwe ji dest dane bo navendên dermanî yên parêzgeha Hewlêrê hatine veguhastin.

Heya niha çavkaniyên fermî û ertêşa Tirkiyê li ser vê êrîşa esmanî û kuştina 2 welatiyên sivîl ên Kurd ti daxuyaniyek nedane.


Di vî warî de zêde bixwînin