Urmiye; Nasir Bekirzade bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi îdamê hate sizadan
Hengaw; Yekşemî 10ê Mijdara 2024an
Nasir Bekirzade, welatiyê Kurd ê girtî li girtîgeha navendî ya Urmiyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hate sizadan. Navbirî çaremîn girtiyê Kurd e ku sizayê darvekirina navbirî bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê di van rojên dawî de hatiye ragihandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Nasir Bekirzade yê 25 salî û xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Necefzade bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi îdamê hatiye sizadan.
Nasir Bekirzade, 9ê Tebaxa sala borî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li Urmiyê hatibû girtin û piştî çend hefteyan bi wergirtina sozeke nivîskî bi awayekî demkî hatibû berdan. Navbirî roja 2ê Çileya 2024an careke din ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li Urmiyê hate girtin û piştî çend mehan lêpêçînkirin di dawiyê de bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Ev yeka di halekê de ye ku, sê girtiyên Kurd ên bi navên Îdrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Mihemed yê xelkê bajarê Silêmanî yê ser bi Herêma Kurdistanê, bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatine sizadan û nûçeya dayîna vê sizayê piştî salekê, ji nû ve bi awayekî fermî hatiye ragihandin.
Esxer Cehangîrî, Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, roja Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, bi bê îşarekirin bi nasnameya van sê girtiyên Kurd di konferanseke rojnamevanî de îdia kiribû ku ev sê kesane ji bilî "sîxurîkirinê" li jêr navê qaçaxçîtiya vexwerinên elkolî hewla veguhastina keresteyên terorkirina Muhsên Fexrîzade Mehabadî, cihgirê berê yê wezîrê berevaniyê û ji berpirsên pilebilind ê bernameya navkî ya Îranê dane.
Ev sê girtiyên Kurd li Payîza sala borî bi îdamê hatibûne sizadan, lê piştî salekê û çend rojan piştî êrîşên leşkerî û tolhildana Îsraîlê bo ser binkeyên leşkerî yên Îranê, ji aliyê Berdevkê Dezgeha Dadwerî ve hate ragihandin.
Ev welatiyane di heyama girtinê de ji mafên destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin; di heyma 8 meh binçavkirinê de rastî îşkenceyên dijwar hatibûn û di bin îşkenceyên jiqasderçûyî de hatibûne neçarkirin ku îtirafên bi zorê û tohmetên ku li dijî wan hatibûne sepandin bikişînin sitûyê xwe û piştî 8 mehan bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne veguhastin.
Ji aliyeke dinê ve, di heyama sala borî de aliyê kêm 7 girtiyên Kurd ên bi navên Wefa Henare, Aram Umerî Bedriyanî, Rehman Perhazo, Pêjman Fetehî, Muhsên Mezlûm, Wefa Azerbar û Mihemed Feramerzî bi tohmeta sîxurîkirin û pêwendî digel Îsraîlê li girtîgehên Urmiyê û Qizilhesara Kerecê hatibûne îdamkirin.
Herwiha ji bilî van sê girtiyane ku yek ji wan xelkê bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê ye, du girtiyên din ên Kurd ên bi navê Şahîn Wesaf ê xelkê Selmasê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û Nasir Bekirzade bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê bi darvekirinê hatine sizadan.