Merîwan; Adil Pîrozî bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin
Hengaw; Yekşemî 10ê Mijdara 2024an
Adil Pîrozî yê girtiyê siyasî yê berê û xelkê bajarê Merîwanê ku di vê dawiyê de bi salek girtîgehê hatibû sizadan, ji bo derbaskirina heyama girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Mjdara 2024an, Adil Pîrozî yê temen 29 salî û xelkê gundê "Serdoş" ê ser bi Merîwanê, piştî gazîkirin û serdankirin bo navenda Birêveberiya Sizayan a Merîwanê hate girtin û ji bo derbaskirina heyama sizayê salek girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Merîwanê hate veguhastin.
Adil Pîrozî nêzî mehek berî niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.
Hengawê sala borî di raporekê de nivîsîbû ku Adil Pîrozî, di heyama girtinê de ji mafê hevdîtin û pêwendiya telefonî û destpêregihîştin bi parêzer jî hatibû bêparkirin.
Navbirî roja Duşemî 20ê Mijdara 2023an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li Merîwanê hatibû binçavkirin û roja 15ê Çileya 2024an, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû berdan.
Adil Pîrozî di Payîza sala 2018an de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre bi tohmeta hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan.
Ev welatiyê Kurd, Payîza sala 2019an, ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û piştî derbaskirina şeş meh ji sizayê xwe yê du salan, roja 25ê Adara 2020an bi awayekî mercar ji girtîgeha navendî ya Merîwanê hatibû berdan.