Teqîna cebilxaneyên şer li Qesra Şîrînê qurbaniyek li pey xwe anî

Hengaw; Duşemî 11ê Mijdara 2024an
Yek ji persenolê pûçelkirina mînan yê bi navê “Rehîm Ekberî” ji ber teqîna gulleyeke nîvgiran a şer û bi cih mayî ji şerê 8 sale yê Îran û Iraqê li derdora bajarokê "Neft Şehr" ê ser bi Qesra Şîrîn ê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê bi tundî hate birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 10ê Mijdara 2024an, personelekî pûçelkirina mînan ê bi navê Rehîm Ekberî ji ber teqîna gulleyeke nîvgiran a şer û bi cih mayî ji şerê Îran û Iraqê hate birîndarkirin.
Çavkaniyên Hengawê dane zanîn ku, ev pûçelkerê mînan piştî birîndarbûnê bo nexweşxaneya "Ebulfezl El_Ebas" a bajarê Qesra Şîrîn hatiye veguhastin û ji wir jî bo navenda dermanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, Murad Babaxanî, Cihgirê Siyasî û Cîvakî yê Fermandariya Qesra Şîrînê jî tevî piştrastkirina vê nûçeyê û birîndarbûna ajotvanê buldozerê di dema operasiyonê de, ti îşareyek bi nasnameya wî nekiriye.