Teqîna mînekê li navenda Dîwandere; Çar zarok hatine birîndarkirin

30 August 2025 13:01

Hengaw; Şemî 30ê Tebaxa 2025an

Ji ber teqîna mînekê li nava bajarê Dîwandereyê, çar zarokên bi navê Samî Celalî, Manî Celalî, Kiyanûş Xusrewî û Mobîn Xusrewî hatine birîndarkirin û du ji wan li nexweşxaneyê hatine razandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 29ê Tebaxa 2025an, Samî Celalî, Manî Celalî, Kiyanûş Xusrewî û Mobîn Xusrewî, zarokên xelkê Dîwandere, bi sedema teqîna mînekê li embareke hilkeftî li 16 metreya vî bajarî, birîndar bûn.

Zanyarî nîşan didin ku, du ji van zarokan ji ber kûrahî û giraniya birînan bo nexweşxaneya Xumeynî ya Dîwandereyê hatine veguhastin û rewşa wan baş nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin