Pîranşar; Serbazek ji ber teqîna mînê hate birîndarkirin

02 May 2025 16:38
Hengaw; Înê 2ê Gulana 2025an
Serbazekî hêzên sînorî (Hengê Merzî) ya Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Pîranşarê ji ber teqîna mînê bi dijwarî hate birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîşkî bi helîkopterê bo navendên dermanî yên Urmiyê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 1ê Gulana 2025an, serbazekî 21 salî yê hêzên sînorî li encama teqîna mînê li bilindahiyên sînorê bajarê Pîranşarê ji aliyê lingê xwe ve bi giranî hate birîndarkirin û tiliyên lingên wî jî hatine jêkirin.
Nûçegihaniya hikûmetî ya Mêhr, bi bê îşarekirin bi nasnameya vî serbazê, ji veguastina wî bi helîkopterê ji bo nexweşxaneya Arifiyan a Urmiyê ragihandiye.
Source: Hengawê Kurdî