Newsûd; Bi sedema teqîna mînê kolberekî Kurd bû kêmendam

15 August 2025 16:36

Hengaw; Înê 15ê Tebaxa 2025an

Kolberekî xelkê Rewanserê yê bi navê Peyam di dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorê Newsûdê bi sedema teqîna mînê meçeka pêyê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 12ê Tebaxa 2025an, kolberekî Kurd ê bi navê "Peyam" û xelkê bajarê Rewanserê di dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorê Newsûdê ji ber teqîna mînê bi dijwarî hate birîndarkirin û meçeka pêyê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, navbirî piştî vê teqînê, ji destpêkê bo nexweşxaneya Quds a Pawê hatiye veguhastin û piştre ji ber giraniya birînên xwe bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin