Bi sedema teqîna mînê du welatiyên xelkê Sûmarê birîndar bûn
Hengaw; Înê 17ê Çileya 2025an
Bi sedema teqîna mînên bi cihmayî ji şerê 8 sale yê Îran û Iraqê li derdora "Ban Mîl" a ser bi bajarê Sûmar ê girêdayî bajarê Giyelan ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, jin û mêrek ku ji koçerên vê deverê bûne, bi tundî hatine birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, bi sedema teqîna mînên li derdora "Ban Mîl" devera sînorî ya Sûmarê yê girêdayî bajarê Giyelanê mêrek temen 65 salî û jinek temen 55 salî bi tundî birîndar bûn.
Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, ev du welatiyane ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Xumeynî” ya bajarê Îlamê hatine veguhastin. Mêr ji aliyê pêyê xwe yê çepê ve rastî kêmendamiyê hatiye û jin jî, ji aliyê zik û çavê xwe yê rastî ve û ew bi tundî hatine birîndarkirin.