Sînorê Bane; Bi sedema teqîna mînê du kes ji hêzên hikûmetî hatine kuştin

08 April 2025 13:23
Hengaw; Sêşemî 8ê Nîsana 2025an
Du kes ji hêzên ser sînor yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Bane yên bi navên Mihemedriza Sadiqpûr û Elî Kerîmî bi sedema teqîna mînên bicihmayî yên serdemê şerê Îran û Îraqê li ser sînorê Bane hatine kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 7ê Nîsana 2025an, Mihemedriza Sadiqpûr û Elî Kerîmî her du xelkê bajarê Îlamê bi sedema teqîna mînên li ser sînorê Bane hatine kuştin.
Ferec Rostemî, Fermandê Hêzên Sînorî yê parêzgeha Sine, bi nûçegihaniya hikûmetî ya “IRNA”yê re ragihandiye ku, ev du kesane di dema operasiyonê de li ser sînorê Bane hatine kuştin.
Source: Hengawê Kurdî