Newsûd; Bi sedema teqîna mînê kolberek rastî kêmendamiyê hat

20 November 2024 12:09

Hengaw; Çarşemî 20ê Mijdara 2024an

Kolberekî xelkê bajarê Ciwanroyê yê bi navê Ehmed Rizayî di dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorê Newsûdê ji ber teqîna mînê meçeka pêyê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de kolberekî Kurd ê bi navê Ehmed Rizayî yê xelkê Ciwanroyê di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê ji ber teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû û piştî veguhastina wî bo nexweşxaneya "Taliqanî" ya Kirmaşanê ji ber kûrahiya birînên xwe meçeka pêyê xwe ji dest da.

Ehmed Rizayî xîzandar û bavê sê zarokan e û piştî ku neştergeriya wî serkeftî nebûye rastî kêmendamiyê hatiye û ji nexweşxaneyê hatiye  mirexeskirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin