Bokan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Mesûd Mihemedî
Hengaw; Duşemî 11ê Mijdara 2024an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Mesûd Mihemedî”, ji 6 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 6ê Mijdara 2024an, Mesûd Mihemedî yê welatiyê xelkê gundê "Gul" ê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe li şeqama Azadigan a vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û ti zanyariyek serast ji rewşa navbirî ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd ji bo agehdarbûn ji çarenivîsa wî heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersivekê di vê derbarê de dûr girtine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.