Li Hemedanê girtiyek li ber çavên xelkê hate darvekirin
Hengaw; Sêşemî 12ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî yê bi navê Mihemedelî Selamet li bajarê Hemedanê di nav qerebalixa xelkê de hate birêveçûn. Navbirî berê bi tohmeta “destdirêjiya bi zorê” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 6ê sibêdeha roja Sêşemî 12ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina kesekî 43 salî yê bi navê Mihemedelî Selamet yê xelkê Hemedanê li cihek bi navê “Baxê Beheşt” a vî bajarî li ber çavên xelkê hate birêveçûn.
Mihemedelî Selamet naskirî bi Elî Selamet, 18 meh berî niha hatibû girtin û piştre nêzî 200 dosyayên “destdirêjîkirin li ser jinan” li dijî wî hatibine vekirin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “destdirêjiya bi zorê” bi darvekirinê hatibû sizadan.
Li gorî amar û belgên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka îsal ve heya niha ev çaremîn haletê darvekirina li ber çavên xelkê li Îranê ye. Berî niha 2 girtî li Xumeynê û girtiyek jî li Şahrûdê li ber çavên xelkê û di nava qerebalixê de hatibûne darvekirin.