Mehabad; Gazîkirin û girtina Mihemedriza Qeyteranî bo birêvebirina sizayê girtîgehê

12 November 2024 16:10

Hengaw; Sêşemî 12ê Mijdara 2024an

Mihemedriza Qeyteranî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî gazîkirin û serdankirin bo navenda Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo birêvebirina 6 meh sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Mijdara 2024an, Mihemedriza Qeyteranî yê welatiyê 22 salî û xelkê Mehabadê piştî gazîkirin û serdankirin bo navenda Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo birêvebirina 6 meh sizayê bi ser de hatî sepandin û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê, bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin. 

Ev welatiyê Kurd berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Mehabadê ve bi serokatiya dadwer "Dostî" bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" bi şeş meh girtîgehê û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hatibû sizadan û biryara dadgehê 24ê meha Îlona îsal bi navbirî re hatibû ragihandin.

Mihemedriza Qeyteranî li 11ê Tîrmeha 2024an, li encama êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser mala wî ya malbatî, bi şêweyekî tundûtîjî û bi bê hebûna ti belgyeke yasayî hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku biryara girtina vî welatiyê Kurd roja Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an, li girtîgeheke îdareya Îtilaata Urmiyê bo heyama 15 rojan hatibû dirêjkirin û di dawiyê de li 5ê Tebaxê bi danîna barimteya yek milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Mehabadê hatibû berdan.

Mihemedriza Qeyteranî berê li meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" jî, li 23ê Îlona 2022an, li meydana Îstiqlal a bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî sê mehan bi danîna barimteyê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin