Şino: Silêman Qadir Gelwan, birayê Ebdulselam Qadir Gelwan ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî hate girtin

25 June 2025 20:51

Hengaw; Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an

Silêman Qadir Gelwan, birayê Ebdulselam Qadir Gelwan ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Şinoyê bo carek din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 23ê Hezîrana 2025an, Silêman Qadir Gelwan ê xelkê Şinoyê û ji endamê malbatên dadxwaz li vî bajarî hate girtin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên ewlehî dest danîne ser telefona kesî ya Silêman Qadir Gelwan û hin vîdyoyên teblîxatî yên hikûmetî li ser torên civakî yên navbirî weşandine.

Heta niha derbarê çarenivîsa vî endamê malbatên dadxwaz û herwisa sedemên binçavkirina wî û tometên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.

Roja Pêncşemî 27ê Adara 2025an, Silêman Qadir Gelwan, piştî ku hate gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata bajarê Şinoyê hatibû girtin û di dawiyê de piştî heyamekê hatibû berdan.

Herwisa li rêkefta 9ê Tîrmeha 2023an jî, hêzên îdareya Îtilaata bajarê Şinoyê bi awayî hovane û bi lêdan û kutanê Silêman Qadir Gelwan binçav kiribûn.

Ebdulselam Qadir Gelwan, birayê Silêman Qadir Gelwan, li 21ê Îlona 2023an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên hikûmetî ve rastî teqeya rasterast hatibû.

Navbirî roja Duşemî 26ê Îlona heman salê, di encama dijwariya birînên xwe de li nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê jiyana xwe ji dest dabû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin