Raporek derheq rewşa herî dawî ya Hadî Ehmedî Azer ê girtiyê siyasî yê Kurd
Hengaw; Sêşemî 12ê Mijdara 2024an
Girtiyekî siyasî yê Kurd ê xelkê Mehabadê yê bi navê Hadî Ehmedî Azer ê naskirî bi “Hejar” ku di dema derbaskirina heyama serbaziya bi zorê de hatibû girtin û bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan, zêdetirî sê salan e ku heyama sizayê bi ser de hatî sepandin di girtîgeha navendî ya Mehabadê de derbas dike.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê Hadî Ehmedî Azer ê temen 23 salî, zêdetirî sê salan e ku heyama sizayê bi ser de hatî sepandin li girtîgeha navendî ya Mehabadê derbas dike. Navbirî berê ji aliyê Taya 1 a Dadseraya Leşkerî ya Urmiyê ve bi tohmeta "sîxurîkirina keseke leşkerî" bi 5 sal girtîgehê û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hatibû sizadan.
Hengaw hatibû agehdarkirin ku, sizayê navbirî piştî stûxwarbûn bo dengê dadgehê, bi 45 meh girtîgehê hate kêmkirin û ev girtiyê siyasî niha 37 meh ji sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin derbas kiriye. Hadî Ehmedî Azer berî niha du mehan di girtîgehê de bûye û bi hesabkirina van du mehan navbirî 6 mehên din û li 18ê Gulana 2025an sizayê wî dê bi dawî were û ji girtîgehê were azadkirin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Ehmedî Azer, navendên ewlehî ji vî girtiyê siyasî re ragihandine ku navbirî ber ti efûyekî nekeve û divê heta 18ê Gulana 2025an di girtîgehê de bimîne.
Hejar Ehmedî Azer li Bihara 2021an, di dema serbaziya bi zorê de li yek ji binkeyên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê, ji aliyê hêzên îtilaata Spahê ve hatibû girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî du meh ji binçavkirin, îşkence û lêpêçînkirinê ji vê saziya ewlehî hatibû berdan.