Birêvebçûna sizayê darvekirina Sidîqe Qurbanî, girtiya jin li girtîgeha navendî ya Urmiyê

14 December 2025 17:32

Hengaw; Yekşemî 14ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina girtiyeke jin a bi navê Sidîqe Qurbanî, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin. Ew berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 13ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina Sidîqe Qurbanî, jineke Kurd a 29 salî û ji gundê "Gog Tepe" yê ser bi navçeya Tanakira Urmiyê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Serokê Giştî yê Dadweriya Urmiyê, bêyî ku nasnameya vê jinê eşkere bike, sizayê darvekirina Sidîqe Qurbanî ragihandiye.

Sidîqe Qurbanî du sal berî niha bi tohemta kuştina zirkeça xwe ya bi navê Ava Qehrimanî hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, Ava Qehrimanî ya çar salî û keça Umar û Mîna Husênzade ji navçeya Kotola Xoyê, piştî ku ji aliyê zirdayîka xwe ve bi giranî hatibû lêdan û kutanê, ew ji bo nexweşxaneya Muteherî ya Urmiyê hatibû veguhastin û piştî 11 rojan li beşa lênêrîna giran, ew ji ber xwînrêjiya zêde ya mejî jiyana xwe ji dest dabû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin