Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ferşad Şukrulah, welatiyê xelkê Seqizê li girtîgeha îdareya Îtilaatê li Sine

14 November 2024 18:20

Hengaw; Pêncşemî 14ê Mijdara 2024an

Ferşad Şukrulah, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê, ji mehek û 17 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û bi bê agahî û nexuyabûna qedera wî di girtîgeha ewlehî ya Sinê de tê ragirtin.

Pêka rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ferşad Şukrulah, 47 roj in li girtîgeha îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê li Sinê ye û herwisa rewşa wî nediyar e.

Ferşad Şukrulah di heyama binçavkirinê de ji mafên sereke yên wekî çavpêketina rûbirû bi malbata xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.

Hajayî gotinê ye ku, hêzên îdareya Îtilaatê roja Duşemî 28ê Îlona 2024an, li dema êrîşkirin bo ser mala Ferşad Şulrulah, ev welatiyê Kurd li Seqizê binçav kirin û dest danîne ser hin kelûpelên kesî yên navbirî yên wekî telefon û leptopa wî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyeke serast  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin