Raporek ji binçavkirina aliyê kêm 7 hevwelatiyên Belûç li Teftanê

03 November 2024 22:09

Hengaw; Yekşemî 3ê Mijdara 2024an

 

Li berdewamiya pêla binçavkirina vê dawiyê ya hevwelatiyên Belûç li bajarê Teftanê 7 hevwelatiyên din ên bi navên Îbrahîm Dêhmerde, Xalid Dêhmerde, Ye`iqûb Dêhmrede, Rehîme Dêhmerde, Yûnis Dêhmerde, Gul Mihemed Qalîcanî û Arif Qalîcanî ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 1ê Mijdara 2024an, hêzên Îtilaata Spahê bi êrîşkirin bo ser gundê Gewherkoha bajarê Teftanê çar endamên malbatekê yên bi navê Gul Mihemed Qalîcanî yê temen 41 salî, Rehîme Dêhmerde ya temen 31 salî û hevjîna Gul Mihemed, Arif Qalîcanî yê temen 18 salî û kurê wan û digel Yûnis Dêhmerede yê 29 salî û birayê Rehîmê binçav kirine.

Hevdem van hêzan û di heman gundê de, sê endamên malbateke dinê yên bi navên Ye`iqûb Dêhmerde û du zarokên wî yên bi navên Xalid Dêhmerde yê temen 20 salî û Îbrahîm Dêhmerde yê temen 22 salî hatine girtin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev 7 hevwelatiyane bi awayekî hovane hatine girtin û hêzên Îtilaata Spahê ji bo çêkirina rewşeke tirsandinê hewla vekolîna malên wan jî dane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyeke serast ji sedemên girtina van 7 hevwelatiyan û çarenivîsa wan li ber dest nîne. Lê tevî vê yekê hejmarek ji kanalên Telegramî yên ser bi Spaha Pasdaran ragihandibûn ku ev kesane ji ber fîlmhilgirtin ji cihê kuştina 10 kes ji hêzên Întizamî li Gewherkohê hatine girtin.

Hengawê berê di raporekê de ragihandibû ku, nîveroya roja Şemî 26ê Cotmeha 2024an, du trombêlên leşkerî yên hilgirê hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê li navçeya Gewherkoh a bajarê Teftanê rastî êrîşekî hatine û aliyê kêm 6 kadro û 4 serbazên Întizamî di van du trombêlan de hatine kuştin û çendîn kesên dinê jî hatine  birîndarkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin