Bane; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Riza Ehmedpûr
Hengaw; Pêncşemî 14ê Mijdara 2024an
Riza Ehmedpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Banê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û bi derbasbûna 3 roj ji girtina vî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Mijdara 2024an, Riza Ehmedpûr, xelkê gundê "Berdereş" ê girêdayî bajarê Banê ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û bi derbasbûna 3 roj ji girtina vî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Riza Ehmedpûr, li rêza benzînxaneyê ji aliyê hêzên cilşexsî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyaryeke serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd ber dest nîne.