Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd bi tohmeta "destdirêjiya bi zorê" li girtîgeha Urmiyê
Hengaw; Pêncşemî 14ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Umîd Şêxkanlû Mîlan ê xelkê bajarê Selmasê ku berê bi tohmeta “destdirêjiya bi zorê” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê (girtîgeha Deriya) hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 13ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina girtiyek bi navê Umîd Şêxkanlû Mîlan ê xelkê bajarê Selmasê li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Umîd Şêxkanlû Mîlan sê sal berî niha bi tohmeta “destdirêjiya bi zorê” hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.