Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Rizgar Roşenî ji mamosteyê xelkê Bokanê

15 November 2024 12:33

Hengaw; Înê 15ê Mijdara 2024an

Rizgar Roşenî, mamosteyê dibistanê yê Kurd û xelkê bajarê Bokanê ji 51 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo girtîgehên ewlehî yên li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî ku 51 roj bi ser girtina Rizgar Roşenî yê mamosteyê dibistanê yê Kurd û xelkê bajarê Bokanê re derbas bûye, lê ji rewş û çarenivîsa wî ti zaniyariyek li ber dest nîne û di vê heyamê de ji mafên xwe yên herî sereke wekî destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin û tenê pêwendiyeke telefonî ya kurt digel endamên malbata xwe hebûye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd roja Çarşemî 25ê Îlona 2024an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û ji bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê hatiye veguhastin.

Hêjayî gortinê ye ku, lipeyketinên malbata vî welatiyê bo agehdarbûn ji çarenivîs wî heta niha bê encam maye û navendên ewlehî xwe ji dana her cure bersiveke zelal di vê derbarê de dûr digirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin