Raporek li ser girtina Hesen Ferecî ji mamosteyê zanîngeha Azad a Merîwanê

Hengaw; Înê 17ê Cotmeha 2025an
Hesen Ferecî yê mamosteyê zanîngeha Azad a Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û piştî derbasbûna sê roj ji binçavkirina navbirî çarenivîsa wî nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 11ê Cotmeha 2025an, Hesen Ferecî, diktroraya pispor a fîzyolojiya werzîşê û endamê Heyeta Zanistî ya zanîngeha Azad a Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li cihê karê xwe hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de heta niha ti pêwendiyek bi malbata xwe re ti nebûye û lipeyketinên berdewam ên malbata wî derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî bê encam mane.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê girtin û çarenivîa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.