Îsa Elîzade li bajarê Xoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin
15 November 2024 16:11
Hengaw; Înê 15ê Mijdara 2024an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Xoyê yê bi navê “Îsa Elîzade”, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 13ê Mijdara 2024an, Îsa Elîzade yê 37 salî li bajarê Xoyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, hêzên ewlehî hevdem digel girtina Îsa Elîzade, mala wî ya kesî jî vekolîn kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd, ti zanyariyek serast ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî