Îsfehan; 22 tohmetbarên siyasî li ser hev bi 161 sal girtîgehê hatine sizadan
Hengaw; Înê 15ê Mijdara 2024an
Bîst û du tohmetbarên siyayê yên rûniştiyên bajarê Îsfehanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li ser hev bi 161 sal girtîgeh û sizayên tevawker hatine sizadan. Nasnameya van tohmetbaran bi “Semanê Emoşahî, Meriyem Ferheng, Mercan Beştam, Mîna Nidayî, Zeyneb Perendê, Mîno Heyderî, Behar Silêmanî, Şemîm Beharzadê, Mehşad Keşanî, Hoda Sadiqî, Êrfan Xelîliyan, Mêhrşad Borciyan, Pûya Talibiyan, Kiyan Talibî, Rozbê Dana, Pûya Dana, Mihemedriza Qutbîzadê, Sîma Turkiyan, Mihemed Soxenwer, Emîr Ecemiyan, Parsa Hacî Aqayî û Emîr Salarî” hatiye zanîn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Semane Emoşahî ya 33 salî, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Îsfahanê ve bi serokatiya dadwer Mihemed Tewekolî bi tohmetên "pêkanîna girûp bi armanca têkdana ewlehiya neteweyî û bêrêzîkirin bi Xamineyî" li ser hev bi 23 sal girtîgehê hatiye sizadan ku 10 sal ji vê sizayê divê were cîbicîkirin.
Mîno Heyderî û Mercan Beştam ên 43 salî her yek ji wan bi tohmeta "pêkanîna girûp bi armanca têkdana ewlehiya neteweyî" bi 11 sal girtîgehê hatine sizadan. Ji vê sizayê 10 sal ji bo Mercan Beştam û 5 sal jî ji bo Mîno Heyderî divê were cîbicîkirin.
Şemîm Beharzadê jî bi tohmetên "propagende li dijî hikûmetê û bêrêzîkirin bi Xamineyî" bi giştî bi 8 sal girtîgehê hatiye sizadan ku 5 sal ji vê sizayê divê were birêveçûn.
Herwiha Mehşad Keşanî, Hoda Sadiqî, Êrfan Xelîliyan, Mêhrşad Borciyan, Pûya Talibiyan, Meriyem Ferheng, Kiyan Talibî, Mîna Nidayî, Rozbê Dana, Pûya Dana, Behar Silêmanî, Mihemedriza Qutibzade, Sîma Turkiyan, Zeyneb Perendê, Mihemed Soxenwer, Emîr Ecemiyan, Parsa Hacî Aqayî û Emîr Salarî her yek ji wan bi 6 sal girtîgehê hatine sizadan ku 4 sal û 6 meh ji vê sizayê hatiye ragirtin.
Ev tohmetbarên siyasî sala borî di dema girtina xwe de li navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li Îsfehanê, rastî zextên giran ên laşî û derûnî hatibûn.
Ew li destpêka Tîrmeha 2023an heta 6ê Tebaxa heman salê, li bajarê Îsfehanê hatibûne girtin û di dawiyê de bi danîna barimteyê ji girtîgehên “Destgird, Dewletavaya Îsfehanê û Navenda Çaksazî û Perwerdê” hatibûne berdan.